Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nerazîbûnên li dijî darvekirina welatiyan

Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 90 roj li pey xwe hiştin. Tevî darvekirin, girtin û êşkenceyê jî gel bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadanin. Dewleta Îranê jî ji bo darizandina xwepêşandêran şaxeke taybet erkdarkirin Li aliyê din herî kêm 493 kes bi gule, lêdan û êşkenceya hêzên dewleta hatine kuştin.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 90’an de didome.

Li Rojhilatê Kurdistanê li gelek dibistanan, çalakiyan dewam kirin.

Bi taybet li Sine, Kamîran û Merîwan çalakî hebûn.

Li bajarê Şino Dayika Ferhad û Ferzad Tehazade, bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî cezayê dervekirinê yên li kurên wê hatî birîn hewldana xwe zêde bike.

Li Şino cezayê darvekirinê li 6 girtiyan hate birîn

Her wiha li 4 xwepêşandanên din jî ên li bajarê Şino cezayê darvekirinê hatiye birîn.

Li ser asta Îranê jî, li dijî dayîna cezayên darvekirinê û pêkanînê nerazîbûn dewam dikin.

Li dijî vê yekê dewleta Îranê bi girtina welatiyan û darvekirinan hewil dide serhildanê bitepisîne.

Ji bo darizandina xwepêşandêran şaxeke taybet hate erkdarkirin

Dadgehên taybet ên li Îranê hatine damezirandin ev 3 meh in cezayan didin çalakvanan.

Dadgehên navborî di 8’ê kanûnê de li Tehranê cezayê darvekirinê da Mohsen Şekarî û di 12’ê kanûnê de jî Mecîd Riza Rehneverd li Meşhedê bi dar ve kir.

Li gorî agahiyan Dewleta Îranê ji bo darizandina kesên di xwepêşandanan de hatine binçavkirin, şaxên taybet erkdarkiriye.

Serdadgerê Eyaleta Tahranê da zanîn ku li Tehranê li 400 kesan cezayên cuda hatine birîn her wiha derheqê hezar kesan de jî tev îdianame amade bûye.

Hêzên dewletê li girtîgeha jinan gef li wan dixwe

Li aliyê din çalakvana mafên jinan Merziye Ziyadî û çalakvana berê ya xwendekaran Şûra Fikrî li girtîgeha jinan a Amol a li bajarê Mazenderanê tên girtin, li ser rewşa girtîgehê bi malbata xwe re axivîn.

Girtiyan diyar kirin ku di çend rojên borî de ji aliyê hêzên dewletê ve bi dayîna madeyên hişbir gef li girtiyên siyasî dixwin.

Her wiha ji çalakvana mafên zarokan Amna Zamanî ku 3 meh berê hatibû girtin tu agahî nayê girtin.

Bahare Hedayat, çalakvana girtî ya li Girtîgeha Evînê de, nameyek nivîsand û got, ‘Divê ev dewlet hilweşe, lewma yekane rê jî berxwedan e.’

Komeleya Mafê Mirovan a Îranê: Di çalakiyan de 493 kes hatine kuştin

Li aliyê din Komeleya Çalakvanan ya Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di xwepêşandêran de herî kêm 493 kes bi gule, lêdan û êşkenceya hêzên dewleta Îranê hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku ji vê hejmarê 68 kes dibin temenê 18 saliyê dene.

Li gorî agahiyan herî kêm 18 hezar û 424 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.

Ji vê hejmarê tenê nasnameya 3 hezar û 842 kesan hatiye piştrastkirin.

Back to top button