Hikûmeta Şamê nirxê madeyên sotemeniyê zêde kir

Li Derayê ji ber teqîna mayînekê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn. Li aliyê din, tevî rewşa aborî ya zehmet, Wezareta Bazirganiya navxwe ya hikumeta Şamê, nirxê madeyên sotemeniyê jî bilind kir û vê yekser bandor li jiyana xelkê kir.

Aloziya li Sûriyê bi her awayî kurtir bûye û rewş li herêmên hikumeta Şamê di aliyê jiyanî de zehmetir bûye..

Ji ber nebûna madeyên sotemeniyê û bi hatina zivistanê re, êşa gel zêde bûye û bi bêrixbûna lîreya Sûrî re pêdiviyên jiyanî bûha bûne..

Çavdêriya Mafêm Mirovan a Sûriyê derbarê mijarê de diyar kir ku rewşa jiyanî li hemû herêmên di bin serweriya Hikûmeta Şamê gelekî zehmet bûye..

Li ser vê zehmetiyê re, Wezareta Bazirganiya Navxwe a Hikûmeta Şamê careke din nirxê Mazot û Benzînê bilind kir.

Bi vê biryara Hikumetê re jî li bajarê Şamê bi taybet, gelek Gaziyên sotemekiyê deriyên xwe girtin û tevger pir kêm bûye..

Li Humisê du komên bazirganên madeyên hişbir bi hev ketin

Bi vê rewşa aborî ya têkçûyî re ev demeke qale belavbûna zêde ya madeyên hişbir û bazirganiya wê li herêmên hikumeta Şamê jî tê kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan eşkere kir ku duh di seatên şevê de li bajarokê Tibîs yê Humisê di navbera du aliyên ku bazirganiya madeyên hişbir dikin de şer derketiye û gelek kes birîndar bûne..

Li Dera ji ber teqîna mayînekê zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li ailyê din, rewşa şer û bandora bermahiyên wê jî li ser xelkê Sûriyê didome..

Li bajarokê Kerek yê li Dera mayînek ji bermahiyên şer bi çend zarokan ve teqiya û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest daye û 4 jî birîndar bûn.

Back to top button