Iraq..Balafirgeha Bexdayê bi mûşekan hat armanckirin

Bi muşekan êrişî navenda hêzên Amerîka ya li Balefirxaneya Bexdayê hate kirin.

Li gorî çapemeniya Iraqê, bi muşekên Katiyoşa êrişî ser navenda leşkerî ya Amerîka ya li Balefirxaneya Bexdayê hate kirin.

Hate gotin ku ji aliyê sîstema parastinê ya navendê ve yek ji muşekan ji hewa de hate teqandin.

Di derbarê ziyanên êrişê de hîn ti zanyariyek zelal nehatiye dayîn.

Back to top button