Teqîna Beyrûtê 100 kesî jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 4000 jî birîndar bûne

Li paytexta Libnan Beyrûtê, ji ber teqînên ku duh piştî nîvro rû dan, zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Îro parlamena Libnanî civîneke awarte ji bo diyarkirina sedema van teqînan li dar dixe.. Amerîka jî Hizbullah weke tawanbar nîşan da..

Duh piştî nîvro du teqînan paytexta Libnan Beyrûtê hejand..

Teqîn li embareke çekan rû da, piştî teqîna destpêkê, teqîneke gelekî dijwar pêk hat ku vê yekê hişt ewrekî mezin mîna kuvarkê çêbibe û gelek kes jiyana xwe ji dest bidin.

Vê bûyera sosret li paş xwe nêzî 100 kuştî û zêdeyî 4 hezar birîndarî hiştin.

Her wiha heya niha bi dehan kes di bin kavilan de mane.

Ewlehiya Giştî ya Libnanê got:

“Em texmîn dikin teqemeniyên ku bi salan hatine desteserkirin, bûne sedema teqînê, lê belê divê em li benda encama lêpirsînê bin”.

Li gorî hikumeta Libnanê, di vê embarê de 2 hezar û 750 ton nitreyên Ammonium ji beriya 6 salan ku bi awayekî ne baş hatine embarkirin, hebûn.

Piştî vê bûyerê, hikumeta Libnanê banga civîneke lezgîn kir û li tevahiya welêt îro şîna neteweyî hatiye ragihandin.

Îro Xaça Sor a Libnanê jî rûnişteke awarte ji bo diyarkirina sedemên teqînan li dar dixe.

Vê yekê gelek guman çêkir û tiliyên tawanbariyê dirêjî gelek aliyan bûn..

Îsraîlê yekser ragihand ku ti pêywendiya wan bi bûyerê tune ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ev yek weke “êrîş” bi nav kir.

Lê Pentagonê gotina Trump vala derxist û got ti nîşaneyên ku ev bûyerê di encama êrîşekê de çêbûye, tune ne..

Hinek berpirsên Istixbarata Amerîkayê jî ji Tora Fox Newsê re ragihand ku Hizbullaha Libnanî li paş vê bûyerê ye..

Gelek çavkanî dibêjin ku piraniya operasyonên li bendergehê çêdibin, di bin kontroleke ne fermî ya Hizbullahê de ne.

Back to top button