“Parlamena Kurdistanê divê bi rola xwe rabe û pêşî li şerê navxweyî bigire”

Komeke akademisyen, hunermend, siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê bi sernava, “Ji dagirkeriyê re, ji şerê xwe-kujiyê re na” ji seroka Parlamena Başûrê Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq re nameyek şand. Siyasetmedaran daxwaz kir ku parlamenê bikeve dewrê û pêşiya şerê navxweyî bigirin.

Nerazîbûnên li dijî siyaseta şerxwaz roj bi roj di nava civakê de zêde dibe. Bi vê boneyê îro komek akademisyen, hunermend, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û hiqûqnasan bi sernavê, ‘Ji dagirkeriyê re, ji şerê xwekujiyê re na’ ji seroka Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq re nameyek şandin.

Nameya rewşenbiran wiha ye:

Eşkere ye ku gelê Kurdistanê bi salan e di bin zext û zoradariya dagirkeriyê de ye. Lê belê em, ji her wextê zêdetir îro, nêzîkî azadî û rizgarîyê bûne.

Firsendên serkeftin, azadî û çêkirina statuya azad ji bo gelê Kurdistanê li pêşiya me ye.

Pêwîst e ku em li hemberî wan pilanên qirêj û gemar ên dijmin rawestin.

Erka welatparezî û niştimanî ew e ku em bi hevre dest bidin destên hev û pilana xeter a dijmin vala derxînin.

Li ser navê hezaran kes û zarokên gelê Kurdistanê em bang li gelê xwe dikin ku bila bi hevre pêşî li vî şerê birakujiyê bigrin.

Bi awayekî zelal sedem û rastiya vê rewşê bibînin û plana dijminên gelê Kurdistanê pûç bikin.

Em ji bo gelê bi rûmet û bi hurmet yê Kurdistanê li hêviya pêşerojeke aram, zelal û azad in.

Back to top button