Ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re serî li serdozgeriyê hat dayîn

Parêzerên rêber apo, hevserokê KCD û parlementerên HDP ji bo agahî ji îmraliyê bigrin serlêdan kirin.Li aliyên din çalakiya parlementerên HDP ku ji bo hevdîtin bi Rêber Apo pêk were li ber wezareta Edaletê dan destpêkirin tevî astengiya polîsan di roja 2. de dewam kir. Parlameneterên ku li wir axivîn carekî din banga vekirina deriyê Îmraliyê kirin

Parêzerên Rêber Apo ji bo agahî ji Îmraliyê bigrin bi daxwaza hevdîtinê, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi heman armancê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê dan.

Lê daxwaznameyên parêzer û parlementeran heta niha bê bersiv e.

Çalakiya HDP ya li dijî tecrîdê di roja 2. de li ber wezareta edaletê didome

Li ser vê yekê, parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were doh li ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê çalakî dan destpêkirin.

Çalakiya rûniştinê, bi beşdariya gelek parlementeran di roja 2. de îro dewam kir

Polîsên ku çalakiya parlementeran asteng kirin, nehiştin li ber wezaretê daxuyanî bê dayîn.

Her wiha polîsan destûr nedan ku rojnamevan dîmen û wêneyan bikişînin û bikevin kolana wezaretê

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bertek nîşanî vê tevgera polisan da û got: “Bi sedemên ewlehiyê, azadiya çapemeniyê binpêkirin û destûr nedan ku rojnamevan li vir daxuyaniyê bişopînin.

Ev rewş bi awayekî zelal dide nîşandan ku tecrîda li Îmraliyê belavî hemû civakê bûye.

Em sansura li dijî çapemeniyê qebûl bike.”

Parlementerên HDP: Divê demildest deriyê Îmraliyê bê vekirin

Dîrayet Taşdemîr, destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye jî demokratîk nabe û got:

“Heke îro em di çirava têkiliyên mafya û siyasetê de bin û nikarin hesab bipirsin, sedema wê tecrîda li Îmraliyê ye.

Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest bê rakirin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.”

Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî axivî û got: “Divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin.

Ji bo li Tirkiyê demokrasî û aştî pêk were divê muzakere û diyalog bê destpêkirin.

Em Wezareta Dadê vedixwînin peywîrê.”

Back to top button