Geng Shuang: Dewleta Tirk serwerî û yekîtiya xaka Sûriyê binpê dike

Dîplomatê çînî, Geng Shuang êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û got: Dewleta Tirk serwerî û yekitiya xaka Sûriyê binpê dikin.

Li gorî ajansa Xinhua ya Çînê, cîgirê nûnerê daîmî yê Çînê yê NY Geng Shuang di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY’ê di mijara Sûriyê de axivî.

Geng Shuang bal kişand ser êrişên Îsraîlê û dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê, her weha êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Sûriye dewleteke xwedî serwerî ye, hincet çi dibe bila bibe, her operasyoneke leşkerî ya li ser xaka wê binpêkirina yekitiya xaka wê ye.

Her wiha dîplomatê çînî, banga bidawîkirina hebûna ne-rewa ya hêzên biyanî yên li Sûriyê kir.

Back to top button