Şêniyên Reqa banga bidawîbûna tecrîdê kirin

Bertekên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO didomin. Îro li Req, Heleb û Minbicê bi çalaiyên cuda tecrîda li dijî Rêber Apo hate şermzarkirin û peyama bilindkirina tekoşînê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber hate dayîn.

Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo zelalkirina rewşa Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.

Di vê çarçoveyê de, Şêniyên Reqayê li dijî tecrîdê meşiyan.

Piştî ku çalakî veguherî mêtingê; gelek kes axivîn û tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku tecrîda li dijî Rêbertî bi dawî bikin.

Êzdiyên li helebê: Divê CPT li dijî tecrîdê bi erkên xwe rabe

Yekîtiya Êzdiyan a Helebê jî li dijî tecrîdê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

”Li Îmraliyê li dijî Rêber Apo neheqî tê kirin. Divê CPT’î li hember tecrîdê bi erka xwe rabe.

Her wiha pêwîste rêxistinên Mirovî li hember kiryarên dewleta Tirk ji bêdengiya xwe derkevin.”

Yekîtiya Êzdiyan ya Helebê bang li cîhanê kir ku ji bo azadiya rêber Apo zextê li dewleta Tirk bikin.

​​​​​​​Jinên Minbicê: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin

Yekitiya Jinên Ciwan ya Minbicê jî çalakiyek konvedanê bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li dar xist.

Di bin konê çalakiyê de, hevseroka ciwanên rêxistinên civaka sivîl Şêrîn Ehmed axivî.

Şêrîn da zanîn ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst bi armanca dûrxistina gel ji perspektîfên rêbertî yên çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn tecrîd li dijî wî ferz kiriye.

Di çalakiyê de zarokan helbest xwendin.

Back to top button