Tirkiyê- Rewşa girtiyan di erdhejê de

Erheja ku li Tirkiyê çêbû ziyanek mezin li pey xwe hişt.
Girtiyên di girtîgehên herêmên erdhejê de hatine paşguhkirin.
Girtiyê bi navê Îsa Aydogan ku li Tirkiyê girtî ye dibêje:
”Ji ber erdhejê stûnên girtîgeha ku lê dimîne zirar dîtine.
Beşek ji girtiyan bo bajarên din hatine şandin, yên din jî bi mirinê re rû bi rû hiştine.”
Komeleya di Pergala Înfaz a Cezayê de Civaka Sivîl ji bo girtiyan bang kir.
Komeleyê ji Wezareta Dadê xwest ku demildest rewşa girtiyan bi raya giştî re parve bike.

Girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de bi mirinê re rû bi rû mane.

Ji bo van girtiyan jî ti tedbîr di erdhejê de nehatî girtin.

Girtî Îsa Aydogan: Em bi mirinê re rû bi rû hiştine

Girtiyê bi navê Îsa Aydogan bi rêya telefonê agahî li ser rewşê ragihand.

Hat zanîn ku Îsa li Girtîgeha Osmaniye tê ragirtin.

Îsa dibêje ji ber erdhejê stûnên girtîgehê zirar dîtine û got:

“Me li vir erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6’an dît. Bi ser de jî erdhejok çêbûn.

Ji ber ku herêma karesatê ye, gelek dever hatin valakirin.

Tenê em li vir tên girtin. Niha tu ewlehiya me tune ye.

Herî dawî erdhejeke bi pileya 6,4’an çêbû. Dengê qirçînê ji qawîşê hat.

Stûnên qawîşê zirar dîtine. Kes bi me re eleqedar nabe.

Li ser jiyana mirovan bi qumarê dilîzin. Mirov nikare bibêje ‘ev der ewle ye.’

Kî garantiya vê yekê dide? Ger tiştek bê serê me, berpirs karmendên vir in.

Bi zanebûnî em bi mirinê re rû bi rû hiştine.”

CÎSST: 17 Hezar û 600 girtî bandor bûne

Derbarê mijarê de Komeleya di Pergala Înfaz a Cezayê de Civaka Sivîl daxuyanî da.

Komeleyê diyar kir ku gelek girtî ji erdhejê bandor bûne û got:

”Li herêmê erdhejê 17 hezar û 600 girtî ji erdhejê bandor bûne.

Li gorî agahiyên me girtine beşek ji wan girtiyan bo bajarên din hatine şandin.

Beşê dinê jî hîna di girtîgehên herêmên erdhejê de tên girtin.

Dibe ku mirovên van girtiyan jî zirar dîtibin.

Ji bo wê jî divê ji bilî mafê heyî, mafekî dinê ê telefonê bidin girtiyan.

Û maf bidin girtiyan ku bersiva telefonên xizmên xwe bidin.

Her wiha divê mafê hevdîtina bi dîmen esas bê girtin.”

Komeleyê di dawiya daxuaniya xwe de ev daxwaz ji Wezareta Dadê kir:

”Em dixwazin wezaert demildest rewşa girtîgehên herêmên erdhejê zelal bike.

Û rewşa girtiyên di wan girtîgehan de jî bi raya giştî re parve bike.”

Back to top button