Doh şandeyek ji Kongreya Netewî ya Kurdistan-KNK’ê serdana Şengalê kir û piştgiriya xwe ji bo rêveberiya xweser a Şengalê nîşan da û got, “Em heya dawî di parastina bawerî û nirxên civaka Êzidî de li pişt wê ne.”
Şande di serdanê de li gelek sazî û meclîsên Rêveberiya Xweser a Şengalê geriyan.
Li ser helwesta şandeya KNK’ê, Hevseoka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen axivî.
Riham Hesen di axaftina xwe de diyar ku ew ji van piştgiryan hêz û morala tekoşînê digirin û wiha got:
“Em bang li rêxistinên ku li ser pîvana mirovahiyê û demokratîkbûyînê xebat dikin ku piştgiriya xwe nîşanî civaka êzîdî bikin.”
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî axivî û destnîşan kir ku ev planên li ser Şengalê tên kirin, planên li ser dergûşa mirovahiyê ye û wiha pêde çû:
“Bûyerên li Şingalê rû didin hêzên derve, hikumeta Iraqê û PDK berpirsyar in.
Li aliyekî din Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya ji bajarê Kerkûkê Fayza Fûad jî got:
“Parastina civaka Êzidî ji fermanan encax bi xwerêvebirinê pêkan e.