Li Soran şewat 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li taxa Bextiyar a navçeya Soran ya Başûrê kurdistanê agir bi malekê ket.

Ji ber şewatê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li taxa Bextiyar a navçeya Soran duh di saet 15.15’an de agir bi malekê ket.

Agir ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hate kontrol kirin.

Di şewatê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, şewat ji ber supeya neftê derketiye ku nêzî perdeyê bû.

Di destpêkê de perde şewitiye û piştre ji ber ku xanî dar bû agir geş bûye.

Tê gotin ku herdu zarokên şewitîn di xew de bûn.

Bûyerên bi vî rengî gelek caran rû didin ..

Lewma divê her kes hişyar û baldarbe ..

Û xwe û malbta xwe biparêzên.

Back to top button