Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê Ozturk Turkdogan destnîşan kir “HDP’ê baweriya xwe nû kir, ku di nava zext û zordariyan de jî dikare têkoşîna xwe ya siyasî li qad û kolanan bimeşîne.”
Ozturk Turkdogan ‘Meşa demorkasiyê ya li dijî darbeyê’ ya HDP’ê nirxand û destnîşan kir, her kesên alîgirê mafên mirovan divê piştgiriyê bidin bernameya HDP’ê ya jinûve-avakirina demokrasiyê.
Turkdogan bal kişand ser zext û zordariya di dema meşê de li dijî HDP’ê hate kirin û got:
“HDP’ê baweriya xwe nû kir, ku di nava zext û zordariyê de jî dikare têkoşîna xwe ya siyasî li qad û kolanan bimeşîne”.
Herî dawî Turkdogan got:
“Tirkiye êdî veguheriye dewleta partiyekê. Em neçar in ku aştiyê bînin vê derê. Ev meş wê xizmetê ji vê yekê re bike.”