Berpirsekî YNK’ê: PKK Parastina xak û gelê Kurd dike, PDK jî alîkariya dagirkeran dike

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdsitanê didomîne. Li dijî êrîşên hovane, bertek û nerazîbûn roj bi roj zêdetir dibin. Gel, hêz û aliyên siyasî li dijî dagirkeriya Tirkiyê, daxwaziya yekgirtin û yekhelwestiyê dikin.

Berpirsê Komîteya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) a bajarokê Qesrê Wirya Wesanî, diyar kir ku PKK parastina xak û gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dike û got;

“PDK jî berovajî wê, dîrokeke wê ya dirêj a sîxurî û nokeriyê heye û her tim xwestiye ku alîkariya dijmin û dagirkeran bike.”

Wirya Wesanî da xuyakirin ku qanûnên navneteweyî, derewine mezin in, ji ber ku hemû welatên cîhanê li hemberî qirkirina Kurdan bêdeng in, lewre divê Kurd li dijî planên dagirkeriyê bibin yek deng.

Wirya Wesanî ji YNK’ê hêviya çareserkirina pirsgirêka Kurdî kir û bang li PDK’ê kir ku bi birayên xwe yên her çar parçeyên Kurdistanê re bibin xwedan yek helwestê.

Şêrwan Mîrza: Tirkiye çawa nêzî Iraqê dibe, divê Iraq jî wiha nêz bibe

Parlamenterê YNK’ê Şêrwan Mîrza jî da zanîn ku xebatên derxistina hêzên Tirkiyê ji xaka Başûrê Kurdistanê tên domandin û got:

“Divê hikumeta Başûr, hikumeta Iraq û Wezareta Karên Derve ya Iraqê li hemberî dagirkeriya dewletên hevsînor ên weke dewleta Tirk, rawsetin. Tirkiye çawa nêzî Iraqê dibe, divê Iraq jî heman be.

Parlamenterê YNK’ê her wiha destnîşan kir ku, parastina asîmanê herêmê, di destê hikumeta Iraqê hêzên hevpeymanê de ye, lewre divê fişar lê bên kirin ku bi erka xwe rabe.

Kakeyiyên Başûrê Kurdistanê: Armanca êrîşên Tirkiyê, tunekirina statuya herêmê ye

Di heman çarçoveyê de, Kakeyiyên Başûrê Kurdistanê, êrîşên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin û got:

“Armanca êrîşan, tunekirina statuya herêmê ye. Lewre divê gelê Kurd, pirsgirêkên navxweyî bidin aliyekî û li dijî dagirkeriyê bibin yek.”

Şêniyên navçeya Ranyayê: Divê hêz û aliyên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin yek

Şêniyên navçeya Ranyayê jî duh li dijî êrîşên dewleta Tirk, çalakiyek li dar xist.

Çalakvanan bi daxuyaniyekê bang li tevahî hêz û aliyên Kurdî kir ku li dijî dagirkeriyê yekîtiya xwe ava bikin û ji hikumeta Başûr û Iraqê xwest ku bêdeng nemînin û helwesteke cidî nîşan bidin.

Heta niha li hemberî destdirêjî û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker, bangên nîşandana helwesteke cidî û bersivdayîna van êrîşan bi awayekî fermî û eşkere ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve derneketiye.

Back to top button