Li Bakurê Kurdistanê, Îranê vê sibê erdhej pêk hatin

Vê sibehê li navçeya Pîran a Amedê erdhejek bi pileya 4.0 pêk hat.
Erdhejên ku diqewimin malwêrasniyekê li dû xwe dihêle.
rayedarên Tirkiyê ragihandin ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 42 hezar û 310’an.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî dibêje:
“Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana.”

Li Bakurê Kurdistan erdhej berdewam dikin.

Vê sibê derdora saet 6’an li navçeya pîran a Amedê bi pleya 4 erd hejiya.

Her wiha li parêzgeha Faris a Îranê jî erdhejek qewimî.

Erdhej karesetekî mezin li Kurdistan û Tirkiyê li duhê xwe hiştiye.

Ev karesat hêjî didome û dewleta tirk hêjî xemsarî nêzî vê karesatê dibin.

Bîlonçoya erheja 6 û 21 sibatê girantir dibe.

Rayedarên Tirkiyê ragihandin ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 42 hezar û 310’an.

Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna,dê ev tişt neqewimiyana

Parlementerên HDP’ê û Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmed Turk , serdana malbatên mexdûrên erdhejê kir.

Ahmed Turk got:

“Em êşa gelê ji nava dil hîs dikin. Tiştekî bê gotin tune ye.

Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana.

Di dema axaftina Turk de, welatiyekî axaftina Turk birî û got:

“3 rojan kes nehat. Me nikaribû cenazeyên xwe derxista.”

Turk bibîr xist ku piştî erdhejê bi sê rojan dewlet nehatiye qadê û got:

“Niha jî guhnedêriyek heye. Saziyên sivîl dixwazin alîakriyê bikin, lê tên astengkirin.

Karesatek çêbû, lê dewlet karesateke din jî anî serê me.

Em ê bi hemû derfetên xwe li cem gelê xwe bin.”

Daxwaza herî mezin a xelkê Hatayê kon e

Di vî halî de li navçeyên Samandag û Defne yên Hatayê re bêçaretiya mexdûrên erdhejê bi du qatî zêde bû.

Ji ber erdhejê xaniyên ku xisar li wan bi bû li her du navçeyan xera bûn.

Her wiha elektrîk jî bi temamî qut bû.

Şêniyên bajêr ji ber tirs û fikara erdhejê di vê zivistanê de bi şev li derve ma.

Yek ji şêniyên taxên navborî Tekîn Ûçar diyar kir ku dawxwaza wan a mezin ew e ku kon bi destê wan bikeve.

Li Hatayê bi pileya 6,4 û 5,8 erdhej çêbû

Li Bakurê Kurdistan û Sûriyê bi pileya 7.4 erd hejiya

Back to top button