Rûsya di ber fersendê de, peyama xwe ya di kontrolkirina xaka Ukraynayê de nîşan dide.
Artêşa Rûsya bi dronan êrişî bendera Odessa kir.
Ev êriş beriya hevdîtina Serokomarê rejîma Tirkiye Erdogan û Serokê Rûsya Putin pêk hat.
Waliyê Odessa Oleh Kipler ragihand ku 17 dron hatine xistin, lê di êrîşê de binesaziya benderê zirareke mezin dîtiye.
Bi saetan beriya hevdîtina Serokomarê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li Soçiyê, Rûsyayê bi dronan êrîşî yek ji mezintirîn benderên îxracata genim a welêt kir.
Li herêma Îzmaîl ya herêma Odessa di saetên siharê de, alarm hate dayîn.
Bendera Îzmaîl a li ser çemê Dunayê ye, li herêma Odessa weke alternatîfa korîdora genim a li ser Derya Reş re dihat destnîşankirin.
Piştî êrîşê Waliyê Odessa Oleh Kipler ragihand ku 17 drone hatine xistin, lê di êrîşê de binesaziya benderê zirareke mezin dîtiye.
Li Soçî civîna Putin û Erdogan pêk hat
Hevdîtina krîtîk a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn li Soçiyê dest pê kir.
Di rojeva Putin û Erdogan de mijarên, ji krîza Ukraynayê bigire heta peymana genim, ji projeyên santralên nukleerî bigire heya geştiyariyê heye.
Erdogan beriya hevdîtinê ji çapemeniyê re axivî û got,
“Piştî hevdîtina me peyama ku bi civîna çapemeniyê ya li ser korîdora genim were dayîn, wê ji bo cîhanê, bi taybetî jî ji bo welatên kêmpêşketî yên Afrîkayê bibe gavek pir girîng.”
Rûsya êrişên xwe yên li ser benderên dunayê dijwar kiriye
Bi rêya Korîdora Genim a ku di Tîrmeha 2022’an de bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyeyê hat avakirin, derdora 36 milyon ton genimbo bazara cîhanê hate şandin.
Doh jî Rûsya êrişî bendera Tenî ya li ser çemê Dunayê kir.
Di vê êrîşê de binesaziya benderê xisar dît û 2 kes jî birîndar bûn.



