Çîn dê di asta serokwezîriyê de beşdarî lûtkeya G20 bibe

Wezareta Karên Derva ya Çînê ragihand wê Serokê Çînê Xi Jinping beşdarî Lûtkeya G20 nebe.
Li şûna wî wê Serokwezîrê Çînê Li Qiang dê beşdar bibe.

Çîn wê 9-10’ê îlonê de di asta serokwezîrtiyê de beşdarî Lûtkeya Lîderan a G20’ê bibe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning diyar kir Serokê Çînê Xi Jinping beşdarî Lûtkeya G20 li Hindistanê nebe.

Lê li şûna wî Serokwezîrê Çînê Li Qiang dê beşdar bibe.

Ning diyar kir G20 ji bo hevkariya aborî ya navneteweyî forûmeke girîng e.

Ji aliye din ve Seroke Amerikaye Joe Biden ji ber beşdar nebûna Serokê Çînê Jinping xemgîniya xwe anî ziman.

Serokê Amerîkayê Biden dê di çarçoveya Lûtkeya Serokên G20’ê de di 7-10ê Îlonê de serdana Hindistanê bike.

Piştre jî wê biçe Viyetnamê.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî hefteya borî ragihandibû ku ew beşdarî Lûtkeya G20’ê nabin.

Li şûan wî jî Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov dê beşdar bibe.

Back to top button