The Times: Erdogan ji danûstandinên “ye” vekişiya

Piştî YE biryara wergirtina jimareke penaberên di biniya 18 salan re da, serokkomarê Tirkiyê Erdogan duh çûbû Brukselê.

Rojnameya The Times ragihand ku Erdogan ji danûstandinên YE ên der barê penaberan de vekişiya.

Li gorî rojnameyê, danûstandinên wan bi bin ketin, ji ber hinek berpirsan ji dewleta Tirk xwest ku nema penaberan bi ser Yûnanistanê de bişînin.

Erdogan, YE bi nepêşwazîkirina jimareke mezin a penaber û binpêkirina peymana 2016an tawanbar kir.

Li gorî The Times, Tirkiyê her wiha diyar kir ku Yekîtiyê baş pere ji bo xwedîkirina penaberan nedane wan, ji lew re daxwaza xurtkirina bendên peymana 2016’an kirin.

Back to top button