Birayê Rêber Ocalan , Mehmet Ocalan 3 meh cezaya displînê ya li Ocalan hatiye birîn nirxand.
Mehmet Ocalan ragihand ku hinceta cezayê disîplînê bi tu awayî ji wan re nehatiye ragihandin û got:
Ji sala 2015’an û vir ve, me tenê 4 caran mafê xwe yê qanûnî derbarê hevdîtinên bi Ocalan re bi kar aniye.
Ez ji edalet û hiqûqa dewletê pirs dikim, ji sala 2015’an ve ma tenê 2 hefteyan mafê me yê hevdîtinê heye?
Mehmet Ocalan diyar kir ku divê dewleta heq û hiqûqa hemwelatiyên xwe biparêze.
Ji ber vê yekê divê dewelta mafê me yê qanûnî û demokratîk ê 5 salan bide me.
Bila her kes zanibe navê cezayê dîsîplînê yê 3 mehan, tecrîd e.