Rêveberiya Xweser ji bo rewşa aborî dicive

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo rewşa aborî ya heremê binirxîne li Reqayê civîneke awarte lidar dixin

Ji ber bilind bûna nirxê dolar beramberî lîreyê Sûrî îro Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ji bo nîqaşkirina rewşa aborî û peydakirina çareseriyê bi awayek awarte civiyan.

Civîn vê sibê li Hola civînan a Meclisa Rêveber a li Reqayê di saet 10’an de destpêkir.

Di civîna Rêveberiya Xweser de tê payîn ku derbarê rewşa aborî de hin biryarên nû weke lijnekye awarte were avakirin.

Heta amadekirina vê nûçeyê civîn didome.

Back to top button