Nobeta ‘Azadî ji Ocalan re’ di hefteya 399’an de ye

Nobeta ‘Azadî ji Ocalan re” di hefteya 399’an de didome, vê carê Kurdistaniyên li Fransayê nobet girtin.

Nobeta azadî ji Ocalan re li bajarê Strasbuorgê yê Fransayê li pêşiya avahiya konseya Ewropayê di hefteya 399’an de ye.

Nobetdarên hefteya derbasbûyî koma ji bajarê Lyonê yê Fransayê, vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Bordeaûxê yê Fransayê nobet girtin.

Nobetdaran bi daxuyaniyekê destnîşan kirin ku paşeroj û ewlehiya Kurdan bi azadiya Ocalan misoger dibe, ji ber vê yekê
hata azadiya Ocalan em ê li ber xwe bidin.

Nobetdaran ji bo meş û mîtînga ku 15’ê Sibatê li Strasbourgê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.

Back to top button