Civîna sêalî: Xurtkirina hevkariya li Rojhilatê Derya Spî

Li Rojhilatê Derya Spî, civînên xurtkirina hevkariyê pêk tên.
Lîderên Yewnan, Qibris û Îsraîlê pêk hat.
Di civîna lîderan de, biryara xurtkirina hevkariya sêalî ya li Rojhilatê Derya Spî hate dayîn.

Serokê Rêveberiya Qibrisê (GCA) Nikos Christodoulidis, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis li Lefkoşiya ya Qibrisê civiyan.

Di rojeva sereke ya civînê de enerjî, ewlehî û hevkariya her sê welatên Rojhilata Deryaya Spî hebû.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Mîtsotakis bal kişand ku ser grîngiya hersê welatan ya li Rojhilatê Derya Spî û got:

“Yewnanistan, Qibris û Îsraîl stûnên bingehîn yên aramiya li Rojhilatê Derya Spî pênase dike.

Hevkariya sê alî hem di asta siyasî û aborî û hem jî di warên din de sûdên xwe îsbat kiriye.”

Her sê serok di çarçoveya Lûtkeya Sê alî ya ku cara yekem 2021’an hat lidarxistin de, civiyabûn.

Her sê welat xwe amade dikin ku peymanek enerjiyê bi encam bikin ku tê de projeyeke mezin a elektrîkê ku torên wan ên elektrîkê û boriya gazê ya potansiyel a herêmî di navbera hevalbendên wan de, bi hev ve girêdide.

Di binê Deryay Spî de, wê kabloya jêdera enerjiyeke 2000 magawatt bê şandin.

Ev kabloya ku wê herî kur ya li binê deryayê ye, wê rolê pireke navbera Asya û Ewropayê de bileyîze.

Civîna Bilind a Sêalî di Tîrmeha borî de hatibû plankirin, lê ji ber pirsgirêka tenduristiyê ya Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu hatibû paşxistin.

Atîna dixwaze hevdîtinên li ser Qibrisê jinûve bidin destpêkirin

Serokê Qibrisa Başûr Christodoulidis got;

Mekanîzmaya sê alî beşek ji hevkariyên herêmî ye ku rola Qibris û Yewnanîstanê li herêma Rojhilatê Deryaya Spî wekî welatên endamên Yekîtiya Ewropayê nîşan dide.

Mîtsotakis bal kişand ser girîngiya jinûve destpêkirina danûstandinên ji bo çareseriya pirsgirêka Qibrisê ya li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî.

Back to top button