Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî bang li Konseya Ewlehiyê ya NY kir ku li dijî balafirên dewleta Tirk, qada ezmanî ya herêmê bigirin.
Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.
Dewleta Tirk a qirker bênavber bi balafirên bêmirov êrişî gelê herêmê dike, wan şehd û birîndar dike.
Herî dawî jî sê fermandarên YPJ’ê û QSD’ê bûn armanca van êrişan û şehîd bûn.
Li hember van sûcan jî Rûsya di nav de, civaka navnetewyî tev bêdeng e.
Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Zêdan El-Asî ji ajansa Hawarê re axivî.
Zêdan El Asî dibêje:
“Piştî civîna li Tehranê gera balafirên bêmirov yên Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdetir bû..”
Zêdan El-Asî: Divê qada ezmanî li himber êrişên Tirkiyê were girtin
Têkildarî vê civînê, encamên wê û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê jî Zêdan El-Asî anî ziman:
”Tirkiye di civîna Tehranê de li ser pêkanîna êrişan erêkirin wernegirtiye, lewma balafirên bêmirov bi kar tîne.”
El-Asî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van gef û êrişan ew e ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmê zindî bike.
Der barê lihevkirinên QSD’ê û hêzên hikumeta Şamê de jî Zêdan El-Asî ev agahî bi parve kir:
“Hikumeta Şamê hêzên xwe li ser sînor bi cih kirine û tu peyman derveyî ya 2019’an tune ye.”
Dawiyê, Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El-Asî ji bo aramiya li herêmê bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku qada ezmanî li ber balafirên Tirkiyê bigire.