Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê RJAK’ê têkildarî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Zaxoyê daxuyaniyek da û hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê rexne kir.
RJAK têkildarî komkujiya dewleta Tirk li Zaxoyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
RJAK’ê di daxuyaniya xwe de êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got:
“Bi komkujiyan re ziyanek mezin li xwezaya Kurdistanê hatiye kirin.
Helwesta Herêma Kurdistanê û Iraqê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker di asta şermê de ye.”
RJAK’ê banga yekîtiyê li jinan kir û xwest bi yek dengê li dijî êrîşên dagirkeriyê bisekinin.