IOM: Koçberên di nîva 2023’an de mirî ji tevahî salên 2018-2022’an bêtirin

Berdevka Rêxistina Koçberan a Navnetewî ya NY Msehli ragihand ku li Derya Spî di felaketên bi ser keştiyên koçberan de zêde bûye.
Msehli hişyarî da civaka navneteweyî ku van karesatan “normal” nekin.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) diyar kir ku li Derya Spî felaketên kujer ên keştiyên penaberan bi “hişyarî” zêde bûne.

Berdevka IOM’ê Safa Msehli ji ajansa Protestan epd re axivî û daxuyakirin ku di nîvê yekem a sala 2023’an de hejmara koçberên jiyana xwe ji dest dayîn ji yên salên 2018 û 2022’an bi tevahî bêtire.

Msehlî da zanîn ku ji meha Çileyê ve bêtirî hezar û 700 kesan di rê de jiyana xwe ji dest dane û piraniya wan xeniqîne.

Msehlî bi domdarî ev tişt anî ziman:

Ev reqem di sala 2018’an de hezar û 314 û di sala 2020’an de jî hezar kes bû.

IOM: Divê trajediya koçberên li Derya Spî ‘normal’ nebe

Pisporê koçberiyê Msehlî jî hişyarî da ku divê ev trajediyên kujer di feraseta civakî de “normal” nebin û diyar kir ku metirsî heye ev bûyer di çavên gel de normalîze bibe.

Berdevka IOM’ê bal kişand ser wê yekê ku li gorî qanûnên navneteweyî yên heyî, dewlet neçar in ku mirovên di deryaya vekirî de asê mane rizgar bikin û bi ti awayî nayê qebûlkirin ku ev xebatên rizgarkirinê bên dirêjkirin.

Safa Msehlî diyar kir ku piraniya kesên ku hewl didin bi rêya metirsîdar a Deryaya Spî ve xwe bigihînin Ewropayê, kesên ku bi şer, tundî, zext û xizaniya giran re rû bi rû mane ne û got;

Guhertina avhewayê û encamên wê yên giran hejmareke zêde ji mirovan neçar dike ku ji warên xwe derkevin.

Rêwitiya ji Lîbya û Tûnisê, bi gelemperî ber bi Îtalya û hinekî jî ber bi Maltayê ve diçe, jê re rêya navendî ya li ser Deryaya Navîn tê gotin.

Ev derbasbûn, bi gelemperî bi qeyikên ku ji bo deryaya vekirî ne guncaw in û pir caran ji hêla qaçaxçiyên mirovan ve têne organîze kirin, têne çêkirin.

Back to top button