“Tişta li Efrînê rû dide planeke li dijî gelê Sûrî ye”

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed Sultan Ebû Erac diyar kir ku bi cihkirina çeteyên Tehrîr El Şam encamê lihevkirina di navbera Rûsya, Tirkiye û Rejîmê de ye û got:
“Ji bilî aliyên ku lihevkirine wê kes sûdê ji vê yekê negre, ev planeke xeter ê li dijî gelên Sûriyê hatiye kirin e.”

Dewleta Tirk a dagirker bi şanoyeke bermahiyên Elqaîde çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) li herêmên dagirkirî bi cih kir.

Dewleta dagirker herî dawî van çeteyan li bakurê rojavayê bajarê Minbicê jî bi cih kir.

Têkildarî mijarê cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed Sultan Ebû Erac ji ajansa Hawarê re axivî û ev tişt anî ziman:

“Tişta ku di vê dema dawî de li herêmên dagirkirî qewimî, encama lihevkirinên di navbera dewletên ku berjewendiyên wan li Sûriyê hene ye.

Bajarê Efrîn di 24’an radsetî “Heyet Tehrîr El Şam” ev jî nîşan dide ku beriya niha lihevkirinek di navbea çeteyan de çêbûye.”

Ehmed Sultan Ebû Erac da zanîn ku radestkirina wan herêman ji bo çeteyên Heyet Tehrîr El Şam xizmeta berjewendiyên Rûsya, hikumeta Şamê, dewleta Tirkiyê dike û ev tişt got:

“Xistina çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” nava tevgerê di vê demê de encama lihevkirinekê li ser hesabê gelê Sûrî ku riya yek kirina rêza çeteyan bikaribin berjewendiyên xwe pêk bînin.”

Ebû Erac di dawiyê de bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir:

“Ji bilî aliyên ku lihevkirine wê kes sûdê ji vê yekê negre, ev planeke xeter ê li dijî gelên Sûriyê hatiye kirin e.”

Back to top button