Lîreyê Tirkî li pêşberî dolar têk diçe

Dolar li pêşberî lîreyê Tirkî di asta rekorê de despê kir.
HDP’ê careke din destê xwe danî li ser rastiya birînê û got:
Heta çavkaniyên ji bo şer tên veqetandin neyên qutkirin, ne pêkane ku aboriya li welat baş bibe.

Polîtîkayên qirker û bêedaletiya li Tirkiyê, aboriya wê ji hev xistiye.

Beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê dolar bi 19,57 lîreyan û di hilbijartinên 28’ê Gulanê de jî dolar bi 19,97 TL’an bû.

Lê di nava 8 rojan de 3 lîre li ser bihabûna dolar zêdebû û dolarek bû 23 lîreyan.

Her wiha Ewro jî ji 24,8 TL derbas kir.

Bi despêkirina rojê re, nirxê lireyê Tirkî li pêşberî dolar ji sedî 7 şikest.

HDP: Heta çavkaniyên aobrî bo şer bê xerckirin wê çareserî pêk neyê

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ridvan Tûran bal kişand ser polîtîkaya şer, kur û faîzê û wiha got:

“Heta çavkaniyên ji bo şer tên veqetandin neyên qutkirin, ne pêkane ku aobriya Tirkiyê ji vê krîzê derkeve.”

Ridvan Tûran ê ji Komîsyona Aborî û Çandiniyê ya HDP’ê berpirsyar têkildarî bilindbûna dolar û geşedanên dawî yên di aboriyê de li navenda giştî daxuyaniyê da.

Tûran, diyar kir ku bi ser hilbijartinan re demek jî derbas bû lê Tirkiye ketiye nava pencên krîzeke mezin a aborî.

Bêedaletî û krîza aborî ya li Tirkiyê

Serokomarê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dawiya hefteyê kabîneya xwe ya nû eşkere kiribû.

Erdogan, Mehemt Şîmşek weke Wezîrê Xezîne û Darayiyê tayîn kiribû.

Şîmşek di daxuyaniyên xwe yên ewil de destnîşan kir ku divê aboriya Tirkiyê vegere bingeheke aqilane.

Her bi vê gotinê re, nîşan da ku li welat çiqasî tezên Erdoganê ji xwe re dibêje aborînas têk çûye.

Tê gotin, bi hatina Şîmşek re ji bo daxistina nirxê dolar, pereyê di banga giştî de nayê bikaranîn û bi vê yekê re wê hewil bidin ku asta dawî ya rewşê were dîtin.

HDP: Pereyê ji derve tê anîn wê xizantiyê zêdetir bike

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê destnîşan kir ku li gorî texmîna wî ji bilî ku pereyî ji derve bînin Tirkiyê, tu çareseriyên din ên îktîdarê nînin û ev tişt anî ziman:

Ev polîtîka wê bike ku Tirkiye hêj bêhtir deyndar bibe, gel bêhtir xizan bibe, bêedaletiya di parvekirina dahatê de zêdetir bibe.

Back to top button