Harris: Pêdiviya Îsraîlê bi dadweriyeke serbixwe heye

Waşîngton û Tel Evîv ji ber mijara reforma dadweriyê hatine pêşberî hev.
Piştî gotina, Serokê DYA Biden ya rexnegir di warê reforma dadweriyê de, Serokwezîrê Îsraîl Natanyahu bertek nîşan dabû û gotibû:Destwerdanê nekin.
Herî dawî Cîgira Serokê Amerîka Harris jî got:Pêdiviya Îsraîlê bi dadweriyeek serbixwe heye.

Piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden rêziknameya darazê ya bi nakok a Îsraîlê rexne kir, Cîgira Serok Kamala Harris jî diyar kir ku ji bo demokrasiya Îsraîlî pêdivî bi “dadwerîyeke serbixwe” heye.

Harris got,

“Amerîka wê parastina nirxên ku têkiliyên DYA-Îsraîl esas digirin bidomîne.”

Adara borî Serokê Amerîkayê Biden projeya reforma dadwerî ya li welêt rexne kiribû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî bersiveke tund dabû Biden û gotibû, “Mudaxele neke”.

Cohen: Ez bawer dikim Harris reforma dadrêsî nexwendiye

Yekem berteka li dijî gotinên Harris ji Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê، Elî Cohen hat.

Cohen dubare kir ku “pabendbûna nerazî” ya rêveberiya Biden a ji bo ewlehiya Îsraîlê ye û ev tişt anî ziman:

Dibe Harris ji hûrguliyên guhertinên ku dadweriyek “hevseng, bihêz û serbixwe” peyda bike nehatibe agahdar kirin.

Wezîrê Karê Derva wiha got,

“Ez nizanim ka wê (Harris) pêşnûmeya qanûnê xwendiye yan na, ez texmîn dikim ku nexwendiye.”

Piştî pakêta reformê ya Dadgeha Bilind a ji aliyê Netanyahu ve hat pêşniyarkirin, bi hefteyan xwepêşandanên li kolanan hatin lidarxistin.

Endamên koalîsyona rastgir-neteweperest a tundrê Netanyahu ev reform bi “tundrewî” û “elî-tîzmê” tawanbar kirin.

Netanyahu piştî bertekên hindir û derve pêşnûmeya reformê rawestand.

Rexnegir dibêjin, serokwezîrê ku ji ber tawanên gendeliyê tê dadgehkirin dixwaze wan kontrol bike.

Aborînasên payebilind û pisporên ewlekariya neteweyî hişyariyê didin encamên vê yekê û dibêjin;

Pergala dadgehê ya serbixwe ji bo normên demokratîk û hêza aborî ya Îsraîlê girîng e.

Back to top button