Bernard Kouchner bang li Cîhanê kir: Rê nedin ku dewleta Tirk êrişî Kurdên Sûrî bike

Di wextekî de ku gefên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde bûne, Wezîrê Karê Derve ê Berê yê Fransayê Bernard Kouchner (Bernard Koşner) ev bang li hêzên cîhanî kir:
Rê nedin ku Enqerê êrişî Kurdên Sûrî bike.

Wezîrê Karê Derve ê Berê yê Fransayê Bernard Kouchner di salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de li Rojavayê Kurdistanê bû.

Kouchner çavdêriyên xwe ên serdana dawî bi rojnameya Fransî Le Monde (Lo Mond)re parve kir.

Nivîsa Kouchner bi vî sernavî ye:

Eger em destûrê bidin Tirkiyê ku Kurdistana Sûrî bike, bawer bikin wê DAIŞ’ê careke din vegere.

Nivîsa Kouchner bi kurtasî wiha ye:

Careke din em hatin Rojava, cih û warê Kurdên Sûriye.
Vê carê sedema serdana me pîrozkirina salvegera 10’an a Otonomiya Xweser e.
Pîrozbahî di nava rewşeke aloz de pêk hatin. Sedema wê jî metirsiya ji êrişeke nû a dagirkeriya Tirkiyê ye.
Ji gefên serok-komarê Tirk Erdogan diyar dibe ku Enqere di mijara tinekirina Kurdan de bi israr e.
Niha li vir Kurd, Ereb û Xirstiyan bi hev re salvegera şoreşa xwe pîroz dikin. Serkeftinên xwe ên li dijî DAIŞ’ê silav dikin.
Ji bîr nekirin ku wan di bî şerî de 36 hezar şehîd û birîndar dane.
Dema bîranîna şehîdan vi pirsê ji xwe dikin;
Gelo ma em ê hê jî van berdêlên giran bidin?
Dema êrişa hevalbendê me ê NATO Tirkiyê, me ew payîza 2019’an bi tenê hiştin.
Û niha li her devera Rojava, mirov di nava xemgîn û her wiha biryardarî amadekariya şereke nû dikin.
Ji niha ve em dikarin encama vê êrişê bidînin.
Ji xwe dewleta Tirk li herêm sînor gun, dibistan, goristan û dêran bombardiman dike.
Bi balafirên bê mirovê fermandarên QSD’ê dike armanc.
Piraniya kesên bûn armanca êrişan jî fermandarên jin bûn.

Back to top button