Polîsên Îraqê li Kerkûkê di encama lêgerîn û kontorlê de kargeheke teqemeniyê dît.
Malpera El-Someriye News ragihand ku Rêveberiya Polîsan derbarê mijarê de daxuyanî daye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di encama lêgerînê de kargeha teqemeniyê li herêma El-Şecera ya Qezaya Hewîca ya Kerkûkê hat dîtin.
Rêveberiya Polîsên Îraqî bêyî agahiyên berfiheh derbarê kargehê de parve bikin da zanîn ku di kargehê de mûşek, bêtêl û hin alavên wek jenerator hebûn.
Dem bi dem hêzên Îraqî şaneyên veşartî û serçeteyên DAIŞ`ê û bermahiyên wan digirin, dibe ku ev kargeh jî girêdayî şaneyên DAIŞ`ê bin.