Saziya Tipa Edlî ya Tirk ji bo dayika 81 salî got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’

Dayikeke Kurd a 81 salî…
Di vê temenê de ji bo wê biryara girtina di nav çar dîwaran de hate dayîn.
Dayika Makbûle Ozer ku beriya niha ji ber nexweşiyên wê cezaya wê hatibû taloqkirin, ji ber rapora saziya tiba Edlî a “dikare di girtîgehê de bimîne” wê careke din bikeve girtîgehê.
Li dijî vê raporê Parlamenterên HEDEP’ê jî serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da.

Makbûle Ozer a 81 salî ku li navçeya Artemêtan a Wanê dimîne beriya niha bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin.

Piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Nikare di girtîgehê de bimîne”, cezayê Makbûlê Ozer salekê hatibû taloqkirin.

ATK’ê salek piştre dîsa rapor amade kir û got;

“Dikare di girtîgehê de bimîne.” Ji ber vê raporê dibe ku Ozer dîsa bê girtin.

Tevî ku temen û nexweşiyên Ozer zêde bûne jî ATK’ê biryareke wiha da û vê jî rê li ber gumanan vekir.

ATK a ku bi taybet jî ji ber raporên derheqê girtiyên nexweş de rastî bertekên tund tê, careke din bi dayîna vê raporê nêzikatiya li dijî Kurdan raxist ber çavan.

Ev hişmendî ji teror û hovitiya dewleta tirkiyê wêdetir, nîşan dide ku dijminatiya li dijî Kurdan hêdî veguheriye nexweşiyeke kronîk.

HEDEP ji bo Makbûle Ozer serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê da

Li dijî vê rapora ATK’ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan-HEDEP’ê serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê da.

Di serlêdanê de nexweşiyên Makbûlê Ozer hatin bibîrxistin

Parlamenteran xwestin ku înfaza wê were taloqkirin û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê vê mijarê bixe rojeva xwe.

Her wiha ji bo mafên girtî û hikûmxwaran berpirsyartiyê li xwe bigire.

Back to top button