48 Partî û rêxistinên Kurd helwesta PDK’ê şermezar kir

Li Ewropayê 48 Partî û rêxistinên kurd bi daxuyaniyeke hevpar helwesta PDK’ê ya derxisitan şerê navxweyî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê diyar kirin ku êriş li dijî PKK’ê ye lê armanca van êrişan tunekirina hemû destkefiyên Kurd û Kurdistanê ye.

Rêxistiên kurdî anîn ziman “Divê hemû Kurd û dostên Kurdan li dijî şerê navxwyî û êrîşên qirkirinê ên li ser Kurd û Kurdistanê derkevin.”

Partî û Rêxistinên Kurd dan xuyakirin ku hin Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ji bo rê li pêşiya polîtîka qirkirina Kurdan bigirin çûn Hewlêrê lê mixabin li wir hatin astengkirin.

Bang li Mesûd Barzanî hat kirin ku gotina xwe ya “Heta ku ez sax bim, ez ê destûrê nedim ku Kurd Kurdan bikujin” pêk bîne û rê li pêşiya polîtîka dewleta Tirk bigire.

Back to top button