KNK: Divê PDK dev ji astengkirina dostên Kurdan berde

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî (KNK) bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku dev ji astengkirina dostên Kurdan berde.

KNK’ê da xuyakirin ku ev şande berê xwe dabû herêmê, da ku piştgiriyên bidin û li Kurdan xwedî derkevin, lê mixabin ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin.

KNK’ê got:

“Em bang li hikûmeta herêmê dikin ku rê li ber van dostan vekin û wan asteng nekin. Pêwîst e hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî li van mêvanan xwedî derkevin û helwestekê nîşan bidin.”

Hevpeymaniya Navdewletî: Divê NY û YE li ser girtina endamên me lêpirsînekê veke

Hevpeymana Navneteweyî (AIDL) jî li ser girtina endamên xwe, bi daxuyaniyeke nivîskî bang li NY û YE’yê kir ku li ser van binpêkirinên PDK’ê, lêpirsînekê bidin destpêkirin û binpêkeran darizînin.

Back to top button