QSD’ê: Nexweşxaneya Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat armanckirin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê her roj zêde dibin.
Der barê Komkujiya li Efrînê ku beriya du rojan pêk hat, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku “Komên çete yên Dewleta Tirk ji topbarankirina Nexweşxaneya Efrînê agahdar bûn û ji berê de hatibû plankirin.
Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê jî komkujî şermezar kir û diyar kir ku têkiliya wan pê re tune ye.

Di 12’ê Hezîranê de li Efrînê, nexweşxaneyek rastî êrişekî hat û di encamê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes birîndar bûn.

Weke her carê, Tirkiyê yekser QSD’ê tewanbar kir.

Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên ku dibêjin hêzên wan navenda bajarê Efrînê topbaran kirin da.

QSD’ê diyar kir ku komên çekdar berê dizanîbûn ku dê Efrîn were hedefkirin û eşkere kir ku Tora Şam a Nûçeyan nûçeyek
belavkiribû û tê de hêzên QSD’ê bêyî tu delîlî tawanbar kir.

QSD’ê da xuyakirin ku di nûçeyê de tê gotin ku çeteyê bi navê Neqîb Emîn beriya topbaranê dengekî diweşîne, tê de dibêje ku navendên şopandina tevgera balafir û obusan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê agahdar bûn ku dê nexweşane were topbarankirin û piştî parvekirina van agahiyan bi 15 deq topbaran pêk hat.

Piştî topbarana yekemîn, Neqîb Emîn hişyarî dide ku moşek girêdayî QSD’ê li herêma Keştear gundewarê bakurê Helebê ye û dê nexweşxaneya Avrîn were hedefkirin û piştî 15 deqeyan ji hişyariyê eynê tişt qewimî.

QSD’ê balê dikşîne ser haydarbûna komên çete ji hedefgitina nexweşxaniyê beriya bi 15 deqeyan û tekez dike ku ev plana ku qurbaniyên wê sivîl bûn berê ji hêla leşkerî û çapemenî ve hatiye plankirin, nexasim ku rê nedan dezgehên çapemeniyê ku bûyerê bişopînin.

QSD’ê di daxuyania xwe de vê pirsê dike, di wexta ku dem û devera hedefgitinê hatiye naskirin, çima nexweşxane ji sivîlan nehate valakirin?

QSD’derbarê êrîşa li Efrînê de banga avakirina komîteyeke navneteweyî kir

QSD’Ê di dawiya daxuyaniyê dubare piştrast dike ku girêdana hêzên wan bi êrişên dawî yên gumanbar re tune ye û tawanên dijî wan ne rast in û armanc jê nixumandina li ser sûcdarên rastîn e.

QSD’Ê banga avakirina komîteyeke navneteweyî û serbixwe kir da ku lêpirsînê der barê kiryarên terorîst û sûcên ku li Efrînê li ser destên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê piştî dagirkirina Efrînê pêk hatin, vekin.

YPG: Tu têkiliya me bi êrîşa li ser Efrînê tune ye

Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê jî bi daxuyaniyekê komkujiya Efrînê şermezar kir û tekez kir ku têkiliya wan pê re tune ye

YPG’ê tekez kir ku armancgirtina sivîlan ne ji perensîb û şêwazê tekoşîna wan e.

Back to top button