Li Rimêlanê êriş li dijî hêzên Amerîkî pêk hat

Hêzên Biryargeha Navendî ya Amerîkayê ragihand ku êrişek li dijî Hêzên Koalîsyonê yên li Rimêlanê pêk hatiye.

Vê sibehê Hêzên Amerîkayê ragihand ku êrişeke bi moşekên 107mm li dijî hêzên Koalîsyona Navnetewyî yên li Rimêlanê pêk hatiye.

CENTCOM: Li Rimêlan êriş li dijî hêzên Koalîsyonê çêbû

Li gorî daxuyaniya CENTCOM’ê ev êriş li nêzî devera Romalîn çêbûye, lê belê moşek derbasî nava kombûna wan nebûye û jimarek moşek li wir hatiye dîtin.

CENTCOM: Em têkildarî bûyerê lêpirsînê dikin

Hêzên Navendî yên Amerîkayê piştrast kir ku tu ziyan li hêzên wan û deverên giştî nebûne û eşkere kir ku lêpirsînê têkildarî bûyerê dest pê kiriye..

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, têkildarî pêkanîna êrişan li dijî bargehên wê yên li Sûriyê, Îran berpirsiyar nîşan dide, lê ji bo vê bûyerê heta niha tu aliyekî negirtiye ser xwe.

Back to top button