Di bin dek û dolaban de dewleta tirk a dagirker dinava hewildanên berfirehkirina dagirkeriya xwe ya li herêmê de ye. Dewleta dagirer dîsa girê Şergerak yê Eyn Îsayê dagirkir û nêzê rêya M4 nuqteyên xwe yên leşkerî çêdike.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 17’ê Cotmehê de girêkî gundê Şergrakê yê Eyn Îsa û depoyên wê yên genim dagir kirin.
Ev der li ser rêya navdewletî ya M4 e û xwedî cihek stratejîk e.
Hat ragihandin ku di encama lihevkirina di navbera Rûsya û dewleta Tirk a dagirker de, çeteyên dewleta Tirk xwe ji depoyê genim yê gundê Şerqeraqê vekişandin e.
Çavkaniyên herêma dibêjin heta niha jî carcaran hatin û çûyîna leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya ji bo depoyên genim a Şerqeraqê dewam dike.
Li gor çavkaniyên heremê dewleta Tirk û çeteyên wê sewama Şerqiraq disa dagirkirin û tifaqa behs tê kirin li ser erdê xûya nake.
Tê gotin dewleta Tirk û çeteyên wî nêzê rêya M4 noqteyên xwe yên leşkerî çêdikin.