Koordînasyona Kongra Star derbarê êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê de daxuyaniyek da û diyar kir PDK xizmeta dijminên Kurdan dike û bang li gelê Kurd jî kir ku helwestê nîşan bide.
Kongra Star di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk û PDK’ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Kongra Star diyar kir dewleta Tirk bi lihevkirina bi PDK`ê û hikumeta Iraqê re li hember gerîla şerekî mezin daye destpêkirin û wiha hat gotin,
Bi vê plana qirêj dewleta Tirk dixwaze tola şikandina xwe ya li Garê hilîne.
PDK bi hevkariya xwe ya bi dewleta dagirker a Tirk re xizmeta dijminên Kurdan dike. PDK di dîroka xwe de di gelek bûyerên bi êş de cih girtiye. Îro jî dixwaze zarokên Kurdan bike qurbanê vî şerê qirêj.”
Koordînasyona Kongra Star di dawiyê de, bang li tevahî gelê Kurd kir ku li dijî êrişan helwesteke xurt nîşan bidin.
https://www.hawarnews.com/kr/haber/koordnasyona-kongra-star-pdk-zarokn-kurdan-dike-qurban-h59675.html



