Li dijî van êrîşan jî, Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) duh, banga rawestandina dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk li civaka navneteweyî kir.
YNK di daxuyaniyekê de ragihand ku wan bang li civaka navneteweyî kiriye ku bilez û demildest gavan bo rawestandina êrîşên Tirkiyê bavêjin, da peyamek bigihê ku Îraq weke hikumet û gel vê carê li hember van binpêkirinên Tirkiyê cidî ne.
YNK her wiha bang li wezareta derve ya Îraqî û nûnerê Îraqê yê li Konseya Ewlekariyê kir ku daxwaza civîneke awarte li Konseyê bikin da êrîşên dewleta Tirk di hundirê xaka Îraqê de rawestînin û biryarekê ji bo qerebûkirina qurbanên sivîl derxînin..
YNK anî ziman ku ji bo vê jî wan banga avakirina komîteyeke qanûnî kiriye, da dozên qanûnî rakin dadgehên navdewletî û xizmên qurbanan qerebû bikin.
Duh, Komîteya Parastina Nîştimanî ya Başûrê Kurdistanê jî bang li civaka navneteweyî kir, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk helwestekê nîşan bide û ji bêdengiyê derkeve.