Mismarî banga destekdayînê li welatên Ereb kir

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bang li hemû welatên Ereb kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê destekê bidin wan. Yekîtiya Afrîkayê jî got, wê aloziya Lîbyayê bi rêbza leşkerî çarser nebe. Fransa, Almanya û Îtalyayê jî banga rawestandina yekser a şerê li Lîbyayê kir.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî bi daxuyaniyekê, bang li welatên Ereb kir ku di şerê li dijî teror û dagirkeriya dewleta Tirk de destekê bidin Artêşa Niştimanî.

Mismarî diyar kir ku rewşa li Lîbyayê dê bandorê li ewlehiya hawîrdorê jî bike û gefê li aramiya tevahiya herêmê dixwe.

Ehmed Mismarî spasiya welatên Misir, Îmarat, Erebistana Si’ûdî, Urdin û Behrên li ser helwestên wan ên li dijî terora dewleta Tirk li Lîbyayê kir û tevgera gel a li Tûnis û Cezayîrê jî silav kir.

Berdevkê Artêşa Niştimanî teqez kir ku cenga wan li dijî teror û çeteyên dewleta Tirk, heta rizgarkirina tevahiya xaka Lîbyayê ranaweste û destnîşan kir ku ew ji bo çareseriyeke aştiyane ya mayînde ku yekîtiya xaka Lîbyayê diparêze, amade ne.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Meclisa Aştî û Ewlehiyê ya Yekîtiya Afrîkayê Ismayîl Şerqî derbarê aloziya Lîbyayê got ku wê çareserî bi rêbza leşkerî pêk neyê.

Ismayîl Şerqî hêvî kir ku çi destwerdaneke di xaka Lîbyayê de, aliyên şer dehif bide ku dest bi diyalogan bikin.

Li ser daxwaza Misirê ya perwerdekirin û dayîna çekan ji bo eşîreyên Lîbî, Şerqî got:

“Ev dide nîşandan ku Misir ji bo parastina ewlehî û sînorên xwe bi israr e.”

Li aliyeke din, Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê, Lorenzo Guerini, di parlamanê de axivî û li ser girîngiya parastina hebûna Îtalyayê di xaka Lîbyayê de teqez kir.

Lorenzo Guerini destnîşan kir ku piştgiriya aliyên derve ji aliyên şerker re dihêle ku şer gurtir bibe û got ku hewildanên welatê wî ji bo çareseriya li Lîbyayê didomin.

Fransa, Almanya û Îtalya banga rawestandina şer kir

Girêdayî mijarê, duh Fransa, Almanya û Îtalya bi daxuyaniyeke hevbeş, bang li aliyên Lîbî kir ku yekser û bê merc, şer rawestînin.

Her sê welatan di daxuyaniya xwe de, bang li aliyên derve kir ku destwerdana li Lîbyayê rawestînin û rêzê li biriyara Konseya Ewlekariyê ya NY ya qedexekirina şandina çekan bo vî welatî, bigirin.

Back to top button