Gruba Asoy Niwê komek çalakvanên Silêmaniyê derketin çalakiyê

Li Silêmaniyê komkujiya Zaxo û astengiyên PDK’ê li pêş nerazîbûnan hatin şermezarkirin.

Di saetên êvarê de li cadeya Salim a Silêmaniyê ji aliyê Gruba Asoy Niwê û komek çalakvanên Silêmaniyê ve li dijî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo û astengiyên PDK’ê yên ji bo şermezarkirina komkujiyê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û hat gotin:

“Dewleta Tirk li gundê Perex yê Zaxo komkujî pêkanî, lê gelek bi şermane PDK’ê xwest vî tawanî bixe ser PKK’ê.

Ev yek ti rêzek ji bo serweriya xaka Iraqê nahêle.

Cihê şerm û şermezariyê ye asayîşa PDK’ê li Hewlêrê li dijî nerazîbûna gel a li dijî komkujiyê derket û rê neda çalakî were lidarxistin. ”

Di beşeke din a daxuyaniyê de banga helwesta li dijî dagirkeriya Tirk li parlementoya Iraq û Herêmê hat kirin.

Back to top button