Bûyera Hewlêrê..Tê gotin 9 kes hatine birîndarkirin

Duh di seatên şavê de, herî kêm 3-4 mûşek li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û çendên din li taxên derdorê ketin. Di encamê de, 9 kes birîndar bûn. Amerîka jî soza cezakirina sûcdaran da. 

Duşemê saet dora 9’an, balafirgeha Navneteweyî ya li Hewlêrê bi zêdeyî 3 mûşekan hat armanckirin.

Pentagona Amerîkî ragihand ku nêzî 14 mûşek li balafergeh û derdora wê ketin.

Li gorî Koalîsyona Navneteweyî, di encama êrîşê de, ti Amerîkî nehatine kuştin.

Lê Fermandariya Hêzên Amerîkî ya li Iraqê jî dibêje sivîlekî Amerîkî hatiye kuştin û 9 kes birîndar bûne.

Paşê, koma girêdayî Îranê ya bi navê “Seraya Ewliyaa el-Dem” ev êrîş girt ser xwe.

Berî niha vê komê –ku di çend mehên dawî de derketiye holê–, gelek êrîş li dijî hêzên navdewletî û şandeyên NY kirine.

Hinek çavdêr wan yekser bi Komên bi navê “Ketaib Hizbullah” ên Iraqî ve girê didin.

Jixwe Amerîka ev Ketaibên navborî di lîsteya xwe ya terorê de bi cih kiriye.

Erebeya ku mûşek jê hatibûn avêtin jî ji aliyê Ajansa Antî-Teror a Başûrê Kurdistanê hat dîtin.

Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî derbarê vê êrîşê de bang li NY kir ku metirsiya êrîşê ciddî bigirin û ji bo nemane gefên li ser Başûrê Kurdistanê kar bikin.

Amerîka hêrsa xwe li ser zimanê Wezîrê xwe yê Derve Antony Blinken rave kir û êrîş şermezar kir.

Blinken teqez kir, ew amade ne ji bo lêpirsînan destekê bidin û soza cezakirina sûcdaran da.

Ji Iraqê jî bertek hat û serokê wê Berhem Sali ev êrîş weke karekî terorîst û newêrek bi nav kir, ku armanca wê tenê derxistina tevliheviyan e.

Piştî êrîşê, meclisa parêzgeha Hewlêrê balafirgeh girt û desthilatên Başûr dest bi lêpirsînan kir.

Ji bo lêpirsîn û şopandina bûyerê, her wiha serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî banga avakirina komîteyek hevbeş kir.

Back to top button