
Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wan heya niha 200 hezar ton genim wergiritye.
Desteya Çandinî û Avdanê ji bo wergirtina genim, kîlo bi 43 sentan diyar kiribû.
Desteyê ji bo wergirtina genim 25 navend li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin.
Wergirtina genim li navendên taybet di roja 14’an de dewam dike û hê jî cotkar berhemên xwe dibin wan navendan.
- Navendên wergirtinê li herêma Cizîrê ev in:
Navendên Dêrik, Beroj, Til Elo, Gir Ziyarat, Tirbespiyê, Til Marûf, Qamişlo, Amûdê, Hitîn, Gebeka, Hesekê û Sebahul-xeyr.
- Li gundewarên Dêrazorê jî ev in:
Navendên Seba Kîlo û Hecîn.
- Li herêma Reqayê jî ev in:
Sel-Hebiyê, Kal-ta, Bedir, Kebiş, Şinînê û Rafîqe.
- Li Tebqa jî ev in:
Navenda Sewami El Bo Asî hene. Navenda Minbicê û navendên depoyên Rovî, Çelebiyê û Sirînê yên Kobanê.
Desteyê texmîn kir ku ev miqdar îsal bigihêje milyonek tonî.
Li Kobanê û Reqayê navendên nû yên wergirtina genim tên vekirin