Li Kobanê û Reqayê navendên nû yên wergirtina genim tên vekirin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirtina berhemên mûsm dewam dike.
Li herêma Firatê çend navendên wergirtina genim hatin dagirtin.
Ji bo wê, li Koban û Reqayê navendên nû ji bo wergirtina genim hatin vekirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirtina berhemên mûsm dewam dike.

Depoya Ganim a Rovî ya li Kobanê di roja 10’an de genim ji cotkaran werdigire.

Li gorî Rêveber depoyê, berhemê îsal ji yên salên borî baştir e.

Her weha hat diyar kirin ku depoya Rovî bi temamî hate dagirtin.

Xebatkarê Depoyê jî eşkere kir ku wan ji mûsm sûdeke mezin wergirtin û bi riya wê debara xwe dikin.

Li Reqayê navendeke din a genim hat vekirin

Li aliyê Reqayê jî wergirtina genim ji 23’ê meha borî dest pê kir û hîna dewam dike.

Embarên genim ên Kalta ya li bakur û Selhebiyê ya rojava, genim werdigirin.

Ji ber zexta li ser van embaran, Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê navenda zuhakirina genimê zer a li Reqayê jî, ji bo wergirtina genim veqetand.

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Reqayê Ehmed El-Elî anî ziman ku her embarek têra 70 heta 80 hezar tonî dike.

Ehmed El-Elî diyar kir ku ew ê di çend rojên bê de embareke din ji bo wergirtina genim li gundê Şinênê yê bakurê Reqayê vekin.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28 navend li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina berhema genim ji cotkaran amade kirin.

Her weha Rêveberiya Xweser jî buhayê her kîloyeke genim bi 43 sentan diyar kiribû.

Back to top button