Hizbullah, xistina droneke Îsraîlê li Başûrê Libnanê ragihand

Hizbullaha Libnanê ragihand, ku wan droneke Israîlê li başûrê Libnanê anî xwar.

Ragihandina Hizbullahê bi daxuyaniyekê ragihand, ku hêzên wan, duh piştî nîvro, droneke Israîlê ku derbasî asmanî Libnanê bûbû, li nêzî bajarokê Îta El-Şe’ab anî xwarê.

Li gorî daxuyaniyê, ev dron niha di destê çekdarên ”berxwedana Islamî” de ye.

Îsraîlê jî li ser zimanê berdevkê artêşê Avichay Adraee ragihand ku “di operasyona hêzeke leşkerî li ser sînorê Libnanê de, droneke leşkerî ya artêşê li nav xaka Libnanê ket xwarê.

Piştî kuştina endamê Hizbullahê Elî Kamil Mihsin 20 Tîrmeha borî, di êrîşeke asmanî ya artêşa Îsraîlê li ser baregeheke leşkerî li nêzî balafirgeha Şamê, êrîşên herdu aliyan zêde bûne.

Back to top button