Li Iraqê Koalîsyona Navneteweyî êrîşeke asmanî li dijî DAIŞ’ê pêk anî

Berdevkê artêşa Iraqî Yihya Resûl ragihand ku Koalîsyona Navneteweyî li bakurê Bexdayê, êrîşeke asmanî li dijî DAIŞ’ê pêk anî.

Yihya Resûl da xuyakirin ku balafirên Koalîsyonê li devera Tarimiyê çeteyên DAIŞ’ê armanc kirin.

Di encamê de, hemû çete hatin kuştin, lê jimara wan nehate ragihandin.

Rêveberiya Istixbarata Iraqî jî destnîşan kir ku şaneyeke çeteyan li parêzgeha Nînewayê hat girtin.

Li aliyekî din, Hêzên Amerîkî îro ji baregeha Tacî vedikişin û radestî hêzên Iraqî dikin.

Ev vekişîn, hemwextî serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya Amerîkayê tê..

Back to top button