
YPG’ê bersiva daxuyaniya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker da ku idîa kiribû YPG’ê li dijî artêşa wan êrîş pêk aniye.
Duh Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker bi daxuayaniyekê idîa kir “YPG’ê li dijî artêşa wan û çeteyên li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî êriş pêk anîne.”
Her wiha idîa kiribû ku di encama êrîşê de 7 şervanên YPG’ê şehîd xistine.
Navenda ragihandinê ya YPG’ê ev daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyê derewand û eşkere kir ku” Wezareta Parastinê heta niha belavkirina nûçeyên derew didomîne. ”
YPG’ê eşkere kir ku Hêzên wan li herêma ku dewleta Tirk dibêje êrîş pêk hatiye, nînin navborî û êrîşî tu deveran nekirine.