Dagirkeriya Tirk kampa Eyn Îsayê topbaran kir, zarokek şehîd bû

Îro dewleta Tirk du caran navçeya Eyn Îsayê da ber topan û di encamê de zarokê bi navê Hatim Hazim şehîd bû.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî heta roja îro jî dewam dikin.

Îro careke din dewleta Tirk navenda navçeya Eyn Îsa û kampa koçberan topbaran kir.

Di encama topbaranê de, zarokê bi navê Hatim Hazim yê 13 salî birîndar bû.

Ji ber topbaranê lingekî Hatim qut bû, lingê din jî bi giranî birîndar bû û birîn di laşê wî de jî çêbûbûn.

Hatim Hazim yekser rakirin nexweşxaneyeke bajarê Reqayê lê ji ber birînên wî yên giran şehîd bû.

Ev yek jî li sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde bû.

Hema piştî wê topbaranê bi 3 saetan dewleta Tirk careke din navçe bi çekên giran da ber topan.

Vê carê benda kontrolê yê kampa Eyn Îsa, rêya M4 û gundên Xalidiyê, Hoşan û Ebû Sira yê Eyn Îsayê topbaran kir.

Piştî topbaran cara 2’an a li ser navçeyê balafirên keşfê yên artêşa dewleta Tirk li asmanê navçeya Eyn Îsa û Çelebiyê geriyan.

14’ê vê mehê jî anku berî du rojan artêşa Tirk a dagirker, gundên Xalidiyê û Hoşan yên Eyn Îsayê topbaran kiribû.

Back to top button