Bi hezaran jinên Belarûsê li dijî zextên desthilata Lûkaşenko daketin kolanên

Duh careke din bi hezaran jinên Belarûsê li dijî zextên desthilata Lûkaşenko daketin kolanên Mînskê.

Jinan di xwepêşandanê de banga berdana muxalifên girtî û dûrketina Lûkaşenko kirin.

Polîs û hin kesên rûpoşkirî bi zorbazî jimareke jin girt û avêt erebeyên xwe.

Jineke ciwan darbe di rûyê xwe de xwar piştî ku rûpoşa polîsekî jê kir.

Rêxistina Viyasna a Mafên Mirovan ragihand ku zêdeyî 70 xwepêşander hatin binçavkirin.

Kenala Bîlsat a rikeberiyê jî da xuyakirin ku 2 nûçegihanên wê hatin girtin.

Tê payîn ku sibe Yekşemê xwepêşandeke mezintir li dijî Lûkaşenko li dar bikeve.

Back to top button