Endamê Polîsên Trafîkê yê Hêzên Asayşê Ciwan Îbrahîm 2’ê Hezîranê dema ku erka xwe bi cih tanî şehîd bû.
Îro bi merasîmekê cenazeyê Şehîd Ciwan li goristana şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo hate oxirkirin.
Gel bi girseyî beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Ciwan Îbrahîm bûn.
Di merasîma oxirkirinê de, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Ubeyd Etê axivî û di şexsê şehîd Ciwan de tevahî şehîd bibîranî.
Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen jî got:
“Axa welat bi xwîna şehîdan hatiye avdan da ku mîsoger û bi rûmet bimîne.
El-Hesen bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin.
Dawiyê, wesîqaya şehadetê hate xwendin û şehîd di nava tilîliyan de hate oxirkirin.



