Kobanê-Avakirina hawiza avê ya Miştenûrê bidawî bû

Gerînendeya avê ya herêma Firatê, xebatên avakirina hewza avê ya Meştenûr yê li bajarê Kobanê bi dawî kir.

Ev hawiz ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li 3 taxên bajêr hatiye avakirin.

Hawiz dikare hezar û 400 metrekab avê vehewîne.

Projeya avakirina hawizê Miştenûrê ji cotmeha sala borî ve dest pê kiribû û dê ji bo gîhandina avê li taxên bilind ên bajêr,

Şehîd Kawa, Botan Şerqî û Meqtileh were bikaranîn.

Li gorî gerînendeyê, ji bo ava kirina hawiz heta niha 181 hezar dolarên Amerîkî hatiye xerçkirin û heta ku bikeve xizmetê dê kul-fet bibe 222 hezar dolar.

Hevserokê gerînendeya avê yê herêma Firatê Mesûd Bozî diyar kir ku dihat plankirin avakirina hawiz di meha nîsanê de bidawî bibûya, lê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk, her wiha erdheja 6’ê sibatê, karê wan dereng ma.

Back to top button