Li Kobanê di encama teqîna cere ango Topeke xazê de agir bi malekê ket.
Li gorî agahiyan tenê zererên madî çêbûne.
Mala şewitî, li Taxa Şehîd Moro ya li Kobanê ye.
Hate diyarkirin ji ber teqîna cereyeke xazê agir bi malê ketiye.
Tîmên agirkujê bi lez çûn cihê bûyerê û agir vedimirînin.
Li gorî agahiyan, mal ya welatiyê bi navê Amed Osman Dêmo ye û tenê zererên madî çêbûne.



